Şam-SANA
Rêveberîya Perwerde û Rahênanê ya Wezareta Hundirîn ya Sûrîyê, bi nûnertîya Peymangeha Polîsên Jin, semînarên pisporî derbarê bilindkirina hişyarîya ewlehîyê ya endamên jin, di çarçoveya bernameya perwerde û rahênanê ya dîyarkirî de, li dar xistin.
Wezareta Hundirîn îro Çarşemê di kanala xwe ya Telegramê de dîyar kir ku di vê çarçoveyê de semînareke derbarê metirsîyên madeyên hişbir û bandorên wan ên neyînî li ser mirov û civakê, û rêyên xweparastinê û mekanîzmayên têkoşîna li dijî wan, hat lidarxistin.
Armanca van semînaran jî ku çanda ewlehîyê xurt bike û asta hişyarîya endamên di perwerdeyê de bilind bike, bi awayekî ku beşdarîyê di amadekirina polîsên jêhatî yên xwedî zanîn û şîyana rûbirûbûna zehmetîyên ewlehîyê yên cuda bi berpirsyarî, bike.


