Şam-SANA
Serokê Encumena Gel a Sûrîyê Ebdulhemîd El-’Ewwag digel Serokê Desteya Navendî ya Çavdêrî û Pişkinînê Amir El-Elî, rêyên pêşxistina hevkarîya di navbera her du alîyan de bi mebesta xurtkirina rola çavdêrîyê di sazîyên giştî de û têkoşîna li dijî gendelîyê, gotûbêj kirin.
Di hevdîtina ku Yekşemê pêk hat, tekezî li ser giringîya her du rolên çavdêrî û yasadanînê di pêşxistina jîngeha kar de, û pêwîstîya danîna qanûnên piştgir ji bo bilindkirina karîgerîya performansê hat kirin.
Her du alîyan xurtkirina hevahengî û hevkarîya hevbeş ji bo pêşxistina ketwara sazûmanî gotûbêj kirin, ew jî bi rêya çareserkirina çarçoveya qanûnî ji bo pêşxistina ketwara çavdêrîyê, bi awayekî ku performansa sazûmanî û kalîteya xizmetguzarîyên ji bo welatîyan tên pêşkêşkirin baştir bike.
