New York-SANA
Encumena Ewlekarîyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) di rûniştineke ku duh Sêşemê pêk hat de, her du dosyayên dadwerîya veguhêz û kesên windabûyî li Sûrîyê gengeşe kirin.
Ev rûniştin bi beşdarîya Nûnerê Daîmî yê Sûrîyê li NY Îbrahîm Ulebî, Serokê Desteya Niştimanî ya Sûrîyê bo Dadwerîya Veguhêz Ebdulbasit Ebdulletîf û Serokê Desteya Niştimanî ya Windabûyan Mihemed Rida Celxî hat lidarxistin.
Nûnerê Daîmî yê Sûrîyê li NY Îbrahîm Ulebî got: “Sûrîyê di 7ê Kanûnê Yekem de dest bi pêvajoya rizgarîyê kir, dema ku hêz ber bi girtîgehan ve çûn û zincîr şikandin”.
Ulebî da zanîn ku xelk li bendê bûn ku derîyên girtîgehan vebin da ku xizmên xwe bibînin û piştî salên dûrbûnê çarenivîsa wan bizanibin.
Navborî di berdewamîya axaftina xwe de destnîşan kir ku piranîya kesên ku xizmên wan winda ne, hîn çarenivîsa wan nehatiye eşkerekirin û xebatên lêgerînê berdewam dikin.
Her wiha Nûnerê Daîmî yê Sûrîyê li NY Îbrahîm Ulebî amaje bi pêkanîna Desteya Niştimanî ya Windabûyan kir ji bo şopandina vê dosyayê û çareserkirina doza windabûyan li Sûrîyê.
Ji alîyê xwe ve, Serokê Desteya Niştimanî ya Windabûyan Mihemed Rida Celxî piştrast kir ku doza windabûyan doza maf û rûmetê ye û bingeha aştîya mayînde ye.
Celxî bal kişand ser mafê malbatan ê naskirina çarenivîsa kes û karên xwe yên nêzîk, û got ku malbat bêyî rastîyê nikarin baş bibin û civak jî heta ku çarenivîsa bi sed hezaran ji endamên wê nedîyar be, aram nabe.
Serokê Desteya Niştimanî ya Windabûyan bang li welatên endam kir ku piştgirîya rêçekê di nav NY de bikin ji bo pejirandina rojeke navdewletî ji bo jinên malbatên windabûyan, wekî rêzgirtinekê li xweragirîya wan û tekezkirina ku piştgirîya wan beşek ji mafê malbatê di bidestxistina rastîyê û avakirina aştîya mayînde de ye.
Di dawîya rûniştinê de, hejmarek nûneran amaje bi girîngîya pêngavên ku hikûmeta Sûrîyê avêtine dan, bi taybetî avakirina Desteya Niştimanî ya Dadwerîya Veguhêz û Desteya Niştimanî ya Windabûyan.
Welatên wekî Yewnanistan, Letonya, Panama, Tirkîye û Brezîlya pêşwazîya van pêngavan kirin û ew wekî pêngaveke girîng di çareserkirina encamên salên şer de dîtin.