Şam-SANA
Karwanên Umrekarên Tirk, di rêya Sûrîyê re, ber bi Erebistana Siûdî ve ji bo pêkanîna menasikên umreyê derbas dibin, ev yek ligel hêsankirina tedbîran û hevahengîyeke berçav, ku ji alîyê Desteya Giştî ya Dergehên Sînorî û Gumrikê ve tên pêşkêşkirin, da ku tevger bi rihetî bi rê ve biçe.
Di vê çarçoveyê de, dergehê Bab El-Hewa li parêzgeha Idlibê, pêşwazîya karwanekî nû kir ku ji 426 umrekaran pêk dihat, û tîmên dergeh rêkarên derbaskirina wan bi asanî temam kirin.
Desteyê dîyar kir ku dergeh ji bo umrekarên Tirk bûye rêyeke sereke, ji ber ku ew rê xizmetguzarîyên bilez û ewle ji wan re dabîn dike.
