Şam-SANA
Rêveberê Îdareya Hec û Umreyê li Wezareta Ewqafê Mihemed Nûr E`rec ragihand ku hemû amadekarîyên pêwîst ji bo geşta hecîyan a vê demsalê bi rêya balafirgehên Şam, Heleb, Stenbol, Qahîre û Dîlokê (Gaziantep) temam bûne.
E`rec di daxuyanîyekê de ji bo SANAyê îro Pêncşemê dîyar kir ku hinek zehmetîyên girêdayî tevgera firînê hene ku ji ber şert û mercên şerê dawî yê li herêmê derketine holê. Wî tekez kir ku ew ji bo çareserkirina van zehmetîyan dixebitin, da ku ewlehî û rehetîya hecîyan were misogerkirin.
E`rec bal kişand ser hevahengîya berdewam bi hemû alîyên hikûmî yên peywendîdar re li Erebistana Siûdî, ji bo rakirina hemû astengîyên ku dibe rastî hecîyên Sûrîyê bên, û misogerkirina encamdana îbadetên wan bi hêsanî û rehetî.
Li gorî planê, biryar e geşta yekem di 9ê Gulana bê de dest pê bike, eger tu guhertin çênebin.
