Şam-SANA
Hêlên Asmanî yên Sûrîyê îro Pêncşemê ragihand ku ji 2yê Tîrmeha bê ve, dê geştên rastexwe di navbera Şam û Amsterdamê de li Hollandayê bide destpêkirin, da ku bibe yekemîn rawestgeha Ewropî ku veguhêzera niştimanî ya Sûrîyê lê vedigere.
Rêveberê Cîbicîkar ê Kompanya Hevgir a Firokevanîyê ya Sûrîyê Enwer Eqad, di daxuyanîyekê de ji bo SANAyê dîyar kir ku destpêkirina geştên rastexwe yên Hêlên Asmanî yên Sûrîyê di navbera Şam û Amsterdamê de, qonaxeke werçerxanê di rêça jinûvebidestxistina amadebûna Ewropî ya veguhêzera niştimanî ya Sûrîyê de piştî bi salan ji qutbûn û astengîyan, nîşan dide.
Eqad bal kişand ser wê yekê ku ev destkeft wekî tacîdarkirina hewldanên teknîkî, qanûnî û dîplomatîk ên bênavber û berfireh tê, û vîna xurt ji bo berdewamkirina pêşxistina tora geştên navneteweyî û xurtkirina pêwendîya esmanî di navbera Sûrîyê û welatên cuda yên cîhanê de raber dike, bi awayekî ku beşdarî piştevanîya tevgera rêwîtîyê û alûgora aborî û çandî bibe, û pêgeha Hêlên Asmanî yên Sûrîyê li ser nexşeya veguhestina esmanî ya herêmî û navneteweyî biçespîne.