Şam-SANA
Wezareta Dadê ragihand ku ew guftûgo û pirsyarên li ser yasayîbûna tevdîrên girêdayî dozên tawanên elektronîk dişopîne. Wezaretê tekez kir ku Danezana Destûrî fermana betalkirina yasayên awarte daye, ligel berdewamîya karkirina bi qanûnên berkar heta ku li gorî rêbazan bên guhertin an rakirin.
Wezaretê di daxuyanîyekê de duh Yekşemê eşkere kir ku di heyama borî de li ser nirxandina hin tekstên yasayî kar kiriye ku dibin sedema pirsgirêkên destûrî yan hiqûqî, û hin rêkar wergirtine da ku rê li ber her sepandinekê bigirin ku li dijî Danezana Destûrî be yan zîyanê bide maf û azadîyên giştî.
Her wiha destnîşan kir ku bi serpereştîya Encumena Dadwerî ya Bilind, pîvan û mercên dadwerî hatine danîn ji bo sepandina rast a wan metnên ku di bin nirxandinê de ne, bi awayekî ku berdewamîya dadmendîyê biparêze û rê li ber valahîya yasayî bigire.