Şam-SANA
Wezîrê Parastinê Lîwa Murhef Ebû Qesra, ji HSDê daxwaz kir ku girtinên keyfî li parêzgeha Hesekê yekser rawestîne û hemû niştecihên ku hatine girtin bi lez azad bike.
Wezîrê Parastinê di daxuyanîyekê de ji bo ajansa SANAyê îro Çarşemê ragihand: “Kêmtirî rojekê di ser muhleta agirbestê re derbas bûye, HSDê dest bi operasyonên girtina keyfî li parêzgeha Hesekê kiriye.”
Lîwa Ebû Qesra gotina xwe wiha qedand: “Pêkanîna girtinên keyfî ji hêla hêzên HSDê ve li dijî bi dehan niştecihên parêzgehê, agirbestê bi temamî dixe jêr metirsîyê.”