Şam-SANA
Hêlên Ezmanî yên Sûrîyê, ragihand ku geşta ku biryar bû duh Pêncşemê ji balafirgeha Amsterdamê paytexta Hollandayê, ber bi Şamê ve were, îro Înêbi rê dikeve. Ev biryar ji ber kêmasîyeke demkî ya peydakirina sotemenîyê li balafirgehê hat standin, ji ber ku wê kêmasîyê rê neda ku balafir sotemenîyê wergire û geştê di dema wê ya destnîşankirî de pêk bîne.
Derbarê vê yekê de, Hêlên Ezmanî yên Sûrîyê di daxuyanîyekê de dîyar kir ku ev pirsgirêk hat çareserkirin û geşt ji nû ve hat plankirin ku îro Înê, 24ê Tîrmehê, di heman demjimêra berê de bi rê bikeve.
Hêlên Ezmanî yên Sûrîyê, tekez kir ku ew ê rêwîyên ku ji ber vê rewşê bandor li wan bûye, bi hûrgilîyên vê geşta paşxistî agahdar bike, ligel peydakirina cihê mana wan li otêlê heta dema birêketinê. Her wiha daxwaza lêborînê ji rêwîyan kir ji ber vê rewşa ku ji derveyî îradaya wê ye, û têgihiştin û hevkarîya wan bilind nirxand.