Şam-SANA
Berdevkê Wezareta Navxwe ya Sûrîyê Nûredîn El-Baba, piştrast kir ku Hêzên Ewlehîya Navxwe, di demeke kurt de kiryarên alozkirina rewşê yên ku li bajarê Kobanê yê gundewarê parêzgeha Helebê rû dabûn kontrol kirin. Her wiha bal kişand ser wê yekê ku bûyer sînordar bûn û jîyan li bajêr vegerîyaye rewşa xwe ya asayî.
El-Baba di hevpeyvînekê de ligel kenala “El-Îxbarîye El-Sûrîye” dîyar kir ku di bûyeran de hewldanên destdirêjîya li ser ala komarê, baregehên ewlehîyê û sazîyên giştî çêbûne, û destnîşan kir ku bersivdana ewlehîyê ya bilez û biryardar rê li ber berfirehbûna wan girt, û di encamê de 19 endamên ewlehîyê bi birînên sivik birîndar bûn.
Berdevkê wezaretê zelal kir ku hêzên ewlehîyê rêkarên yasayî li dijî beşdarbûyan cîbicî kirin; ku kesên temenê wan kêmî 18 salan bû, ku piranî ew bûn, piştî imzakirina soznameyan ji alîyê malbatên wan ve hatin serbestberdan, di heman demê de kesên di ser 18 salan re, ji bo Dozgerîya Giştî hatin veguhastin.
El-Baba her weha anî ziman ku hevkarî û kordînasyona di navbera hêzên ewlehîyê, rûspîyên herêmê û şênîyan de, beşdarî di bidawîbûna bûyeran de bi kêmtirîn zirar kir, û dîyar kir ku qedexeya derketina derve bi rengekî demkî ji bo parastina welatîyan hatibû sepandin berîya ku bi tevahî bê rakirin. Wî tekez kir ku dê rêkarên tund dijî çi hewldana xirabkirin û çêkirina tevlîhevîyê were cîbicîkirin, û wezaret rêkarên xwe pêş dixe da ku rê li ber dûbarebûna bûyerên wiha bigire.