Şam-SANA
Wezareta Rêveberîya Xwecihî û Jîngehê duh Duşemê, rapora xwe ya dawî ya taybet bi nirxandina zirarên li parêzgeha Helebê ragihand. Ev rapor bi hevkarîya Bernameya Niştecihbûna Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (UN-Habitat) hatiye amadekirin, di çarçoveya projeyeke niştimanî de ku armanca wê avakirina binkeyeke daneyan a berfireh e li ser rewşa binesazî û xizmetguzarîyan li parêzgehên Sûrîyê.
Wezaretê tekez kir ku ev dane dibin jêdereke bingehîn ji bo dîyarkirina pêşînîyên destwerdanê di qonaxa başbûn û jinûvavakirinê de, bi awayekî ku hewldan ber bi wan herêmên ku herî zêde hewcedar in ve bên arastekirin garantî bike.
Ev rapor di çarçoveya planeke hikûmî de tê ku armanca wê xurtkirina plandanîna li ser bingeha daneyan e, û pêşxistina amûrên nirxandinê yên hûr ku alîkarîyê di xêzkirina sîyasetên jinûveavakirinê de dikin.
