Şam- SANA
Serokê Desteya Niştimanî ya Dadwerîya Veguhêz, Ebdilbasit Ebdilletîf, tekez kir ku dadwerî rêya herî guncaw e ji bo gihiştina siberojeke hêjayî qurbanîyên ku gelê Sûrîyê daye.
Ebdilletìf di nivîseke xwe de li ser platforma Xê got: “Di salvegera destpêkirina Şoreşê de, em bi rêz û hurmrt hember xweragirîya Sûrîyan radiwestin û rehmê bo qurbanîyan dixwazin. Em tekez dikin ku dadwerî rêya ber bi pêşerojeke hêjayî qurbanîyên wan e. Her sal Sûrîye û gelê wê di xêr û xweşîyê de bin.”