Şam-SANA
Sazîya Sûrîyê ya Posteyê ragihand ku dabeşkirina mûçeyên xanenişînên ku di bin sîstema bîme û mûçeyan de ne, ji îro Çarşemê 27ê Gulanê ve dest pê kiriye. Pêvajoya dabeşkirinê dê heta roja Pêncşemê 18.06.2026an di nivîsgehên posteyê yên fermî de berdewam bike.
Sazîyê di daxuyanîyekê de ku kopîyek jê gihîşt SANAyê, dîyar kir ku di roja yekem a Cejna Qurbanê ya Pîroz de, demjimêrên kar dê heta saet 7ê êvarê bin, da ku derfet ji bo hejmara herî zêde ya xanenişînan çêbibe ku mûçeyên xwe bi hêsanî wergirin.
Posteya Sûrîyê her wiha destnîşan kir ku dabeşkirina mûçeyan di rojên din ên bêhnvedana cejnê de dê bisekine û dê ji roja Yekşemê 31ê Gulanê ve dîsa dest pê bike.