Şam – SANA
Wezîrê Dadê Mezher El-Weys serokatîya civîneke berfireh kir da ku mekanîzmayên xebata dadgehên dadwerîya veguhêz û rêyên bilezkirina rêkarên wan ên dadwerî gotûbêj bike, bi awayekî ku dadperwerî û aramîya qanûnî were dabînkirin. Di civînê de berpirsên payebilind ên dadwerîyê û dadwerên pispor amade bûn.
Beşdaran hêsankirina rêkaran û hevsengîya di navbera leza standina biryarê û misogerkirina dadgehkirina dadperwerane de gotûbêj kirin. Her wiha behsa giringîya dosyaya hesabpirsîna qanûnî û birêveçûna dozên girêdayî tawanên “rejîma têkçûyî” ji bo çespandina serwerîya yasayê kirin.
Ev civîn di çarçoveya hewldanên hikûmetê de tê ji bo aktîvkirina prosesa dadwerîya veguhêz, û çareserkirina dosyayên binpêkirin û tawanên giran ên ku di salên borî de hatine pêkanîn, bi awayekî ku lêpirsîna qanûnî û dabînkirina mafên qurbanîyan li gorî bingehên dadwerî yên şefaf û serbixwe bên misogerkirin.



