Şam-SANA
Serokê Desteya Navendî ya Çavdêrî û Pişkinînê ya Sûrîyê Amir El-Elî tekez kir ku rêjeya karmendên ku li Desteyê ji zêdebûna taybet li gorî mersûma hejmar 68 a sala 2026an sûd wergirtine, gihîştiye ji sedî 84an. El-Elî destnîşan jî kir ku ev zêdebûn ji bo çespandina jîngeheke kar a baram û dadperwertir girîng e.
El-Elî di daxuyanîyekê de ji bo nûçegihanê SANAyê îro Çarşemê dîyar kir ku ev zêdebûna taybet 1478 karmendên Desteya Navendî ya Çavdêrî û Pişkinînê li xwe digire, û ev yek dê piştgirîyê bide hewldanên desteyê bi giştî di rûbirûbûna gendelîyê de.
Navhatî her wiha tekez kir ku avakirina dewleteke bihêz li ser bingeha karmendên şareza û destpak e ku dikarin berpirsyarîyên xwe hilgirin û bi awayekî çalak di têkoşîna li dijî gendelîyê de beşdar bibin.