Bikarxistina vê malpêrê, dide ku tu siyaseta taybetmendiyê u mercên bikaranînê dipejirînî.
Pejirandin
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  • Werzîş
  • Navnetewî
Reading: Komîteya Xwenîşandanên Dijî “HSD”ê: Em Parçebûnê Red Dikin
  • AR
  • EN
  • TR
  • FR
  • ES
  • Çand û Huner
  • vîdyo
  • Wêne
  • Cêwazî
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
  • Werzîş
  • Navnetewî
Search
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Hawpolên Hewalan
    • Siyaset
    • Çand û Huner
    • Wêne
    • vîdyo
    • Cêwazî
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  •  Zimanekan
    • العربية
    • English
    • Türkçe
    • Français
    • Español
Follow US
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA) > Nûçeyên Sûriyê > Nûçeyên cîgehî > Komîteya Xwenîşandanên Dijî “HSD”ê: Em Parçebûnê Red Dikin

Komîteya Xwenîşandanên Dijî “HSD”ê: Em Parçebûnê Red Dikin

Hat weşandin: 2025/10/31 9:11 PM
Hat nûkirin: 2025/10/31 9:12 PM

Şam-SANA

Beşdarên seknên protestoyî yên ku îro li çend parêzgeh û bajarên Sûrîyê li dijî binpêkirinên “HSD”ê li herêma Cezîreyê pêk hatin, tekezî li ser girêdana xwe bi yekîtîya Sûrîyê û redkirina xwe ya tevahî ji hemî cûreyên cudabûn û parçekirinê kirin, û destnîşan kirin ku xelkê Cezîreyê xwedîyên rastîn ên axê ne, û mafê wan tenê heye ku çarenûsa wê dîyar bikin, ne milîsên ku bi hêza çekan û girêdanên derve hatine ferzkirin.

Komîteya rêxistinkara sekinan di daxuyanîyekê de got: “Bi navê xelkê Cezîreya Sûrî ji Ereb, Kurd, Suryanî û Xiristîyanan, û bi navê çalakvanên civaka sivîl, rojnamevan û rîspîyên ku îro beşdarî sekinên protestoyî bûn, em vê daxuyanîyê ji civaka navneteweyî û ji hemî hêzên çalak ên di dosyaya Sûrî de dişînin, wekî derbirîna helwesteke niştimanî ya yekbûyî.”

Di beşekî din jî wiha got: “Em girêdna xwe ya xurt bi yekîtîya axa Sûrî û redkirina xwe ya tevahî ji hemî cûreyên cudabûn û dabeşkirinê tekez dikin. Em destnîşan dikin ku Cezîreya Sûrî beşeke sereke ji Komara Erebî ya Sûrî ye.”

Di berdewamîya danezanê de hate gotin: “Beşdaran ragihand ku tiştê ku jê re rêxistina “HSD”ê tê gotin, ku ji Partîya Karkerên Kurdistanê ya terorîst cuda nebûye, rêxistineke neqanûnî ye ku axa parêzgehên Reqa, Dêra Zorê û Hesekê dagir kiriye, û nûnertîya tu pêkhateyek ji civaka Sûrî nake, di nav de pêkhateya Kurd a resen.”

Komîteyê tekezî li ser redkirina hemî kiryarên van milîsan kir, wekî girtinên bêserûber, koçberkirina bizorê, leşkerkirina mecbûrî, û zeftkirina îdarî û aborî, û piştrast kir ku hinceta şerê “DAIŞ”ê ku “HSD”ê pê dilîze, hatiye hilweşandin.

Komîteyê ji civaka navneteweyî xwest ku:

  1. Vegerandina hemî axa Komara Erebî ya Sûrî ji bo bin kontrola dewleta Sûrî û bidawîkirina dosyaya “HSD”ê.
  2. Dabînkirina vegera hemî koçberan li herêmên xwe yên li Cezîreya Sûrî.
  3. Rawestandina her piştgirîyeke sîyasî yan leşkerî ji bo her alîyekî ku li derveyî desthilata dewleta Sûrî ye.
  4. Vegerandina sazîyên dewleta qanûnî li hemî herêmên Cezîreya Sûrî.
  5. Xebat ji bo çareserîyeke niştimanî ya Sûrî ya berfireh ku yekîtîya ax û gel di bin ala Komara Erebî ya Sûrî de dabîn bike.

Komîteyê daxuyanîya xwe wiha bi dawî kir: “Xelkê Cezîreya Sûrî tekez dikin ku ew dê di têkoşîna xwe ya aştîyane û sivîl de berdewam bikin heta ku axa wan vegere hembêza Sûrîyê.”

Di bin dirûşma “Yek Deng Ji bi Cezîreyê” de, li çend parêzgeh û bajarên Sûrîyê mêtîngên protestoyî çêbûn ji bo piştgirîya xelkê Cezîreyê û redkirina kiryarên “HSD”ê û binpêkirinên wê yên li dijî wan.

Wezareta Peywendîyan Gihîştina Malperên Şertanê û Qumarê Rawestand
Dergehê Cidîdet Yabûs bi awakî demkî hat girtin, piştî gefa Îsraîlê ya bi bombekirina dergehê Mesne’ yê Libnanî
Wezareta Dadê ji Dadgerên Şerîetê Xwest Roja Pêncşema Bê li Heyva Şewalê Bigerin
Wezîrê Rewşên Awarte: Ji bo Bihêzkirina Vegerandina Jîyanê li Parêzgehan 747 Hezar m³ Kavil Hatine Rakirin
Wezîrê Ragihandinê Hevkarîya Sûrîyê û Qeterê Gotûbêj Dike
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
TAGGED:HSDSekinên Protestoyî
Share This Article
Facebook Whatsapp Whatsapp LinkedIn Telegram Copy Link

Editors Choice

Wezîrê Veguhestinê Tekezîyê li ser Giringîya Nûjenkirina Rêya Dêrazor – Şamê Dike

July 25, 2026

Tîma Sûrîyê ya Ciwanên Jin a Futbolê Derbasî Lîstika Dawî ya Qehremanîya Yekîtîya Rojavayê Asyayê Dibe

July 25, 2026

​Guterres li Şamê bi Serokê Encumena Gel û Hejmarek Berpirsan re Civîya

July 25, 2026

“Texrîbeya Sûrî”.. Romana ku Bîrewerîya Welat û Mirov Vedigerîne

July 25, 2026
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)

Ajansa Sûriye Erebî ya Nûçeyan – SANA

Ajansa Niştîmanî ya Nûçeyên fermî yên Sûrîyeyê, di 24ê Hezîrana 1965an de hatiye damezirandin. Bi Wezareta Ragihandinê ve girêdayî ye û navenda wê ya sereke li Şamê ye.

  • Sûriyê û Cîhan
  • Serokatiya Komarê
  • Siyaset
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Tendrustî
  • Navnetewî
  • Perwerdehî
  • Çand û Huner
  • Werzîş
  • Geşt û Gozar
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
© Syrian Arab News Agency. All rights reserved.
Welcome Back!

Sign in to your account

Username or Email Address
Password

Lost your password?