Şam-SANA
Rêveberê Ofîsa Ragihandinê di Desteya Giştî ya Balafirvanîya Sivîl û Veguhastina Esmanî ya Sûrîyê de Mistefa Xêrullah ragihand ku di navbera 9 û 23yê Gulana 2026an de, 23 hezar û 208 hecî di rêya her du balafirgehên navneteweyî yên Şam û Helebê re bi rêya 120 geştên esmanî ber bi axa pîroz ve bi rê ketine.
Xêrullah di daxuyanîyekê de ji bo SANAyê îro Sêşemê dîyar kir ku hejmara hecîyên ku ji Balafirgeha Şamê bi rêya 70 geştan bi rê ketine gihîştiye 13 hezar û 226 hecîyan. Her weha 9 hezar û 982 hecî di rêya Balafirgeha Helebê re bi rêya 50 geştan bi rê ketine. Tekez jî kir ku hemû hêsankarî û xizmetguzarî ji bo misogerkirina birêveçûna asayî ya rêkaran bêyî tomarkirina tu pirsgirêkan hatine pêşkêşkirin.

Karên geştan bi saya hevahengîya di navbera kadroyên karker de bi hêsanî bi rê ve çûn. Hêjayî gotinê ye ku hejmara giştî ya hecîyên Sûrî (jin û mêr) yên ku îsal de di rêya çend balafirgehan re bi rê ketine gihîştiye 24 hezar û 500 hecîyan, ev jî piştî zêdekirina para Sûrîyê bi qasî du hezar vîzayên zêde yên Hecê pêk hat.


