Şam-SANA
Desteya Giştî ya Dergeh û Gumrikan ragihand ku tevgera derbasbûna rêwî û barhilgirên bazirganî di dema bêhnvedana Cejna Qurbanê ya pîroz de bi awayekî asayî li hemû dergehên sînorî yên li Komara Erebî ya Sûrîyê dewam dike.
Desteyê di daxuyanîyekê de li ser kanala xwe ya Telegramê îro Şemîyê, amadebaşîya kadroyên xwe û berdewamîya pêşkêşkirina hemû xizmetguzarîyan ji bo misogerkirina herikîna tevgera derbasbûna asayî, û hêsankirina tevgera rêwî û barkêşên bazirganî di heyama cejnê de tekez kir.
Hêjayî gotinê ye ku Emîndarîya Giştî ya Serokatîya Komarê di 20ê vê mehê de giştînameyek derxistibû ku li gorî wê, bi boneya Cejna Qurbanê ya pîroz, sazîyên giştî ji roja Sêşemê ve ku dikeve 26.05.2026an e heta roja Şemîyê ku dikeve 30.05.2026an tevî her du rojan, bêhnvedana fermî ye.