Şam- SANA
Rêveberê Veguhastinê li Şamê Me’mûn Ebdunebî destpêkirina qonaxa ceribandinê ya xizmeta tomarkirina elektronîk a pêşwext di rêya platforma “Deqîq” de, li xala Nehir Eyşeyê ya Şamê ji roja şemîya bê de ragihand. Armanca vê xizmetê hêsankirina pêkanîna dosyayan, birêxistina sozan, kêmkirina qelebalixîyê û misogerkirina dema serdêran e, li ser esasê ku paşê ev platforma hemû rêveberîyên veguhastinê yên li parêzgehan li xwe bigire.
Ebdunnebî dîyar kir ku qeydkirin di rêya mobîlê re bi bikaranîna hesabê “Google” pêk tê, û tekezî li ser pêwîstîya têxistina daneyan bi hûrgilî û pabendbûna bi wextê dîyarkirî kir, ta ku herikîna kar ligel sepandina sîstema dorê mîsoger bibe. Baca piştrastkirinê bi rêya sîstema “Şam Cash” tê dayîn, ew jî piştî derbaskirina koda ku li ser ekranê xuya dibe, di muhleta dîyarkirî de.
Ev gav mîna amadekarîyekê ye ji bo vekirina fermî ya vê xalê piştî bêhnvedana Cejna Qurbanê, û di çarçoveya hewldanên Wezareta Veguhastinê de ye ji bo xurtkirina veguhastina dîjîtal û hêsankirina kiryayran. Platforma “Deqîq” yek ji wan însîyatîfên armancdar e ji bo pejirandina sîstemên pêşketî yên ku dabeşkirina serdêran bi awayekî çêtir li nav sazîyên hikûmî mîsoger dikin.