Şam-SANA
Parêzerê Giştî yê Şamê, Dadwer Husam Xetab, ragihand ku dadgerekî berê (M.X.) ku serokê dozgerîya giştî di koşka dadê ya Şamê de bû, hatiye ragirtin. Heman kes piştî rizgarkirinê ji ber gendelîya darayî ji posta xwe hatibû dûrxistin.
Dadwer Xetab di daxuyanîyekê de ji bo SANAyê îro Şemîyê dîyar kir ku tawanbar welatîyek xapandiye û daye bawerkirin ku ew hîn dadwer e û li ser karê xwe ye û soz dayê ku dê karûbarên wî bi dawî bike û biryareke dadwerî ji bo ne-darizandin û ranegirtina wî derxe, li hemberî tibabek dirav.
Dadwer Xetab tekez kir ku dozgerîya giştî dê di sepandina qanûnê de li ser her kesê ku posta xwe ya berê bi kar bîne yan jî nasnameyeke dadwerî ya sexte hilgire ji bo zirarê bide welatîyan û bawerîya bi sazîya dadwerîyê bihejîne, tu nermîyê nîşan nede. Her wiha dîyar kir ku lêkolîn bi kesê girtî re berdewam dikin da ku hemû kesên bi wî re têkildar û tevahîya tibabên dirav û zirarên gihîştine welatîyan werin eşkerekirin.
