Şam-SANA
Wezareta Navxwe ragihand ku Rêveberîya Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbir hewldaneke qaçaxçîtîya tibabeke zêde ya hebên keptagonê ber bi Urdunê ve pûç kir. Ev piştî wê yekê hat ku hat tespîtkirin ku qaçaxçîyan balonên hewayî yên bi pergalên şopandin û kontrolkirina ji dûr ve amadekirî bi kar tînin, da ku çavdêrîya li ser sînoran derbas bikin.
Wezaretê di kanala xwe ya Telegramê de dîyar kir ku di encama operasyonê de 142,000 hebên keptagonê ligel balonên hewayî yên bi amûrên destnîşankirina cihan (GPS) hatin desteserkirin. Lêpirsîn ji bo şopandina hemû tawanbaran û eşkerekirina tora wan bi dorfirehî berdewam dikin.
Rêveberîya Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbir tekez dike ku ew di pêkanîna operasyonên pêşwext de berdewam e ji bo pûçkirina planên qaçaxçîtîya madeyên hişbir û parastina ewlehî û aramîya civakê.