Şam-SANA
Wezîrê Derve û Koçberan Es’ed Hesen El-Şeybanî tekez kir ku dewleta Sûrîyê bi prensîbên dadwerî û Berpirsîyarîyê ve girêdayî ye, û her kesê ku destê wî di tawanên li dijî gelê Sûrîyê de hebe dê lêpirsîn ligel were kirin.
Wezîr El-Şeybanî îro Şemîyê li ser platforma “X”ê got: “Em soz didin şehîdên xwe û gelê xwe ku fedakarîyên wan ên mezin dê bibin hîmê bingehîn ji bo avakirina Sûrîya paşerojê; Sûrîya dadwerî û rûmetê, ya ku maf û azadî tê de têne parastin û hemwelatîyên wê di bin sîbera ewlehî û aramîyê de bijîn.”
Navborî li dawîyê got: “Her wiha em piştrast dikin ku em dê ji bo xwîna şehîdan dilsoz bimînin, bi prensîbên dadwerî û berpirsîyarîyê ve girêdayî bin, û em ê bixebitin da ku her kesê ku destê wî di tawanên li dijî gelê Sûrîyê de heye were girtin û lêpirsîn ligel were kirin, da ku cezayê xwe yê dadmend wergire.”