Şam – SANA
Rêveberê Têkilîyan di Desteya Giştî ya Dergeh û Gumrikên Sûrîyê de Mazin Elûş, piştrast kir ku tu biryareke fermî ya Tirkî nîne ku rêkarên derbasbûna Sûrîyên xwedî “Kimlik” û moleta kar bixe yek, yan jî şertê pasaporta derbasdar ji bo xwedîyên du regeznameyan li ser sînoran deyne.
Rêkarên dergehên Tirkî niha ji hev cuda ne; dergehê Kesebê berevajî dergehên din rê dide xwedîyên moleta kar ku derbas bibin. Her wiha rê ji bo kesên du nasname hene tê dayîn ku bi pasaportên Sûrî yên ku dema wan berî 10 salan bi dawî bûye derbas bibin, tevî ku carinan hinek karmend daxwaza pasaportên derbasdar dikin.
Alîyên peywendîdar hewl didin rênimayên yekgirtî ji bo rêwîyan derxin. Di heman demê de Wezareta Navxwe ya Tirkîyê piştrast kir ku 578 hezar Sûrî ji 8ê Kanûna Pêşîn a 2024an ve bi daxwaza xwe vegerîyane, tevî ku Tirkîye hîn di rêza yekem a welatên ku mêvandarîya bi mîlyonan penaberên Sûrî dikin de ye.