Taybet-SANA
Berdevkê tîma serokatîyê ya erkdar bi şopandina cîbicîkirina peymana 29ê Kanûna Duyem bi HSDê re, Ehmed El-Hîlalî, îro Înê 8ê Gulana 2026an ragihand ku komeke nû ji xelkê Efrînê sibe ji parêzgeha Hesekê ber bi gund û bajarokên xwe ve li herêma Efrînê bi rê dikeve.
El-Hîlalî di daxuyanîyeke taybet de ji bo beşa Kurdî ya ajansa SANAyê da zanîn ku karwan nêzîkî 1000 malbatî li xwe digire. Wî hêvîya vegereke ewle ji wan re xwest û her wiha hêvî kir ku hemû koçber û derbider bi silametî vegerin ser cih û warên xwe.
El-Hîlalî destnîşan kir ku Fermandarîya Ewlehîya Navxweyî li parêzgehên Hesekê û Helebê wê parastina pêwîst ji karwan re peyda bikin, di heman demê de Wezareta Rewşên Awarte û Karesatan wê hewcedarîyên bingehîn ên karwan di dema geştê de dabîn bike.