Şam – SANA
Berdevkê Wezareta Navxwe Nûredîn El-Baba tekez kir ku birêxistina xwepêşandanan ji bo parastina aramîyê bûye pêdivîyek. El-Baba zelal kir ku daxuyanîya îro Yekşemê derket, armanc dike çarçoveyeke qanûnî deyne ku misogerîya encamdana xwepêşandana aştîyane bi şêweyekî birêkûpêk û ewle bike, bêyî ku li dijî azadîya derbirînê be.
Dema lêkolînkirina daxwazên moletan, herî zêde pênc roj hat dîyarkirin, bi şertê ku nasnameya alîyê birêxistinker û armancên wî werin eşkerekirin. Her wiha alîyên peywendîdar dê dirûşman binirxînin, da ku lihevhatina wan bi aştîya giştî re misoger bikin û rê li ber rageşîyê bigirin.
Wezaret pabend e bi parastina xwepêşandanên destûrdayî û girtina rêkarên qanûnî li dijî kombûnên neyasayî. Armanca vê yekê pêkanîna hevsengîyê di navbera azadî û aramîyê de ye, û xurtkirina bawerîyê di navbera welatî û sazîyan de bi rêya bikaranîna mafan di çarçoveya mekanîzmayên qanûnî yên zelal de.