Şam-SANA
Sûrîyê pêşwazîya wan pêngavên erênî kir ku di rapora Komîteya Vekolînê ya Navdewletî ya Serbixwe de hatine tomarkirin, ku piştî ketina rejîma berê di warê vekolîn û lêpirsînê de hatine avêtin. Her wiha pabendbûna xwe bi berdewamkirina rêyeke niştimanî dûpat kir ku hevsengîyê di navbera dadwerî û aramîyê de çêke û dewleta qanûnê biçespîne.
Wezareta Derve û Koçberan duh Înê di daxuyanîyekê de ragihand ku: Hikûmeta Sûrîyê rapora herî dawî ya Komîteya Vekolînê ya Navdewletî ya Serbixwe derbarê Sûrîyê ku qonaxeke hestyar a welat tê re derbas dibe vedigire, nirxandiye.
Wezaretê her wisa anî ziman: Hikûmeta Sûrîyê pêşwazîya pêngavên erênî yên piştî ketina rejîma berê dike. Rapor balê dikişîne ser gelek hewldanên ku hikûmetê pêk anîne, wekî biryarên efûya giştî ji bo kesên ku destên wan di rijandina xwîna Sûrîyan de nînin, hewldanên wezaretên Berevanî û Hundirîn ji bo parastina sivîlan û pabendbûna bi qanûna mirovî ya navdewletî, û pêngavên din ên pratîkî yên girîng ku Sûrîya nû di çarçoveya avakirin û çaksazîya dadwerî û sazîyan de avêtine.
Wezaretê pabendbûna Komara Sûrîyê bi berdewamkirina rêyeke niştimanî dûpat kir ku hevsengîyê di navbera dadwerî û aramîyê de ava dike, û xwe dispêre rêzgirtina rûmeta mirovî, parastina cihêrengîya civakî û çespandina dewleta qanûnê, da ku Sûrî karibin rûpela borî bigirin û siberojeke ewletir û dadperwertir ji bo hemû welatîyan ava bikin.