Şam-SANA
Wezîrê Ragihandinê Xalid Ze’rûr ligel Balyozê Îmaratê li Şamê “Hemed Raşid bin Elwan El-Hebsî”, rêyên xurtkirina hevkarîyê û sûdwergirtina ji ezmûna Îmaratî di pêşxistina yasayên ragihandinê û rûbirûbûna xapandina ragihandinê de gotûbêj kirin.
Wezîr di hevdîtina duh Yekşemê de tekez kir ku Wezareta Ragihandinê li ser çespandina prensîba “jêdera yekem ê nûçeyan” bi rêya serederîya yekser ligel rûdanan kar dike, ji bo sînordarkirina gotegot û zanyarîyên şaş û girtina dergeh li pêşîya şîroveyên ne hûr.
Navborî zelal kir ku vêga ketwarê ragihandina Sûrîyê tê destnîşankirin, wek amadekarîyekê ji bo danîna stratejîyeke berfireh ku dijwarî û valahîyên heyî li ber çavan digire, da ku em jê dest pê bikin ji bo pêşxistina ragihandina Sûrîyê û xurtkirina rola wê ya niştimanî.
Ji alîyê xwe ve, Balyozê Îmaratî amadebûna welatê xwe ji bo hevkarîya ligel birayên xwe yên Sûr nîşan da ji bo pevguhertina pisporî û ezmûnan, bi awayekî ku xizmeta pêşxistina sektora ragihandinê bike û hevkarîya hevpar di navbera her du welatan de xurt bike.
