Şam-SANA
Sendîkaya Parêzeran li Sûrîyê tekezî li ser pêdivîya pabendbûna bi rêzikên exlaqî û pîşeyî di dema bikaranîna mafê dadwerîyê de kir. Ev yek ji bo parastina adet û nêrîtên pîşeya parêzerîyê û rêgirtina li her cure sûdwergirtina nerast ji rêkarên dadgerî ye ku dibe bibe sedema têkbirina wêneya dadperwerîyê yan jî tevlîhevkirina raya giştî.
Sendîkayê di giştînameyekê de ku duh Sêşemê kopîyek jê gihîşt SANAyê, dîyar kir ku ji bo parêzeran qedexe ye ku hûrgilîyên dozan, gilîname, daxwazên dadwerî yan jî her belge û dokûmentên girêdayî dozên li pêşberî dadgehan, encumenên taybet û sendîkaya navendî, bi rêya torên civakî yan platformên ragihandinê belav bikin.
Sendîkayê tekez kir ku her binpêkirineke naveroka vê giştînameyê dê bibe sedema şandina yekser a parêzerê binpêkar bo “Encumena Dîsîplînê” da ku rêkarên qanûnî û pîşeyî li dijî wî/wê werin girtin, li gorî qanûna rêkxistina pîşeyê.