Şam-SANA
Wezareta Ewqafê tekez kir ku rûpelên zana, bangxwaz û berpirsên rîtuelên olî li ser malperên têkilîyên civakî, wekî platformên bangewazîyê ne û girîngîya wan ji mînberên mizgeftan ne kêmtir e. Ev rûpel ji bo cîbicîkirina peymana Yekîtîya Gotara Îslamî, di bin heman pîvan û rêzikan de ne.
Wezaretê destnîşan kir ku berpirsên van rûpelan emaneta peyvê û berpirsyarîya weşandinê hildigirin ser milê xwe. Her wiha hat dîyarkirin ku rêveberîyên ewqafê dê naveroka dîjîtal bişopînin; di rewşa dîtina her binpêkirinekê yan belavkirina fitneyê yan jî têkdana yekîtîya gotarê de, dê rêkarên qanûnî û îdarî yên pêwîst werin girtin.
Wezaretê eşkere kir ku parastina mejîyê civakê û parastina fikrê wê yek ji mezintirîn emanetên şerîetê û berpirsyarîyên niştimanî ne, û ev yek hevkarîya hewldanan ji bo xêra welat û gel dixwaze.