Şam-SANA
Wezîrê Berevanîyê Lîwa Murhef Ebû Qesra têkilîyeke telefonî ligel Fermandarê Hêza Erkên Hevbeş a Operasyona “Biryardarîya Polayî” Lîwa Kevin J. Lambert encam da. Di vê peywendîyê de çendîn mijarên girîng û hevbeş hatin gotûbêjkirin.
Wezareta Berevanîyê bi rêya kanala xwe ya Telegramê ragihand ku di peywendîyê de qala mijarên têkildarî Navenda Tenefê, mekanîzma wergirtina wê ji alîyê Artêşa Sûrîyê ve û ewlekirina wê hat kirin, da ku parastina ewlehî û aramîya herêmê were misogerkirin.
Di peywendîyê de, her du alîyan tekezî li ser girîngîya berdewamîya koordînasyonê û xurtkirina çarçoveyên hevkarîya hevbeş kir, bi rengekî ku bibe alîkar di çespandina aramîyê û piştgirîya têkilîyên hevbeş yên navbera her du alîyan de.