Şam-SANA
Wezîrê Dadê yê Sûrîyê Mezher El-Weys tekez kir ku Wezareta Dadê dema dozên her du keçên bi navê Nûr û Fereh dişopîne, ne tenê wekî bersivekê ji bo rewşeke awarte bi wan re tev digere, lê belê wekî beşekê ji berpirsîyarîya xwe ya sazûmanî û plana xwe ya çaksazî ya giştgir.
Wezîrê Dadê Mezher El-Weys eşkere kir ku projeyasayeke giştgir ji bo rûbirûbûna tundûtûjîya nav malbatê amade ye û li benda pêşkêşkirina li Encumena Gel e.
Wezîr El-Weys di daxuyanîyekê de ku duh Şemîyê li ser kanala Telegramê ya wezaretê hat weşandin, dîyar kir ku dosya parastina zarokan ji destpêka bernameya karê wezaretê ve mijareke sereke bûye.
Ev yek ji bawerîyeke kûr tê ku parastina zarokan berpirsîyarîyeke niştimanî ye û avakirina pergala dadwerîyê ya “dostê zarokan” veberhênanek e di paşeroja civakê de û xurtkirina serwerîya yasayê ye.
El-Weys da zanîn ku wezaretê bi hevkarîya wezaret, sazîyên niştimanî û rêxistinên navneteweyî, stratejîyeke niştimanî ya berfireh ji bo parastina zarokan amade kiriye.
Her wiha bernameyeke niştimanî ji bo pêşxistina pergala dadwerîya çaksazî ya zarokan hatiye danîn, da ku parastina yasayî û dadwerî xurt bike û berjewendîya herî bilind a zarokan bike bingeha hemû sîyaset, yasa û biryarên dadwerî.
Wezîr El-Weys destnîşan kir ku Wezareta Dadê girîngîyeke pir mezin daye dosyaya tundûtûjîya nav malbatê, ji ber ku ew bandorên tirsnak li ser malbat û civakê, bi taybetî li ser zarok û jinan, dihêle.