Şam-SANA
Pileyên germê îro Yekşemê ber bi daketinê ve diçin, û dibin 3-5 pileyan li jêr rêjeyên xwe yên salane, wekî encama bandora nizmbûna zexta hewayê ku heta berbanga sibe Duşemê berdewam dike.
Rêveberîya Giştî ya Keşnasîyê dîyar kir ku hewa di nava rojê de li piranîya herêman wê nîv-ewravî heta ewravî û baranî be. Barîna baranê wê zêde be û carinan bi birûsk û teyrokê re be, nemaze li herêmên peravê, bakur, navend, Cizîrê û Çolterê, lê derfeta barînê li herêmên başûr û başûrrojhilat kêm dimîne.
Bi şevê jî hewa bi giştî hinekî sar dibe, bi taybetî li herêmên çîyayî, tevî hişyarîya çêbûna mijê li herêma navend, Cizîrê û Qelemonê.
Ba wê ji rojava ber bi başûrrojava ve bi hêzeke nerm be, bi hinek bayên bi hêz ku leza wan ji 70 km/saetê derbas dibe, xasma li herêmên navendî û başûr, ku dibe sedema rabûna tozê li herêmên rojhilat û Çolterê. Pêlên deryayê jî wê di asta navîn de bin û bi şevê kêm bibin.