Şam-SANA
Rêveberîyên Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbir li Sûrîyê û Urdunê, operasyoneke taybet pêk anîn ku di encamê de hewldana qaçaxçîtîya 943 kîlogram madeya hişbir a keptagonê di ser dergehê sînorî yê Cabirê re hate pûçkirin.
Wezareta Navxweyî di daxuyanîyekê de îro dîyar kir ku ev operasyon encama hevahengîyeke îstixbaratî û pevguhertina agahîyan di navbera her du alîyan de bû ku bi hefteyan dom kir. Ev yek piştî şopandina çalakîyên toreke tawanbar a herêmî pêk hat, ku hewl dida tibabên mezin ên madeyên hişbir bi rêbaz û şêweyên pêşketî di ser sînor re derbas bike.
Wezareta Navxweyî tekezî li ser berdewamîya hevkarî û hevahengîya ligel alîyên ewlekarîyê yên welatên bira û dost kir, di çarçoveya hewldanên hevbeş ji bo têkoşîna li dijî belaya madeyên hişbir û şopandina torên tawanbar ên sînorbir, bi awayekî ku di parastina civakê û xurtkirina aramî û ewlekarîyê de bibe alîkar.