Şam-SANA
Îro Duşemê, yekemîn geşta Hêlên Esmanî yên Sûrî ji Balafirgeha Şamê ya Navdewletî ber bi Kopenhagena Danîmarkayê ve bi rê ket. Ev yek di navbera her du paytextên Sûrî û Danîmarkî de, gava pêşîn a jinûdestpêkirina geştên esmanî yên bi rêk û pêk û rasterast e.
Serokê Desteya Giştî ya Balafirvanîya Sivîl û Veguhastina Esmanî Omer El-Huserî bi daxuyanîyekê, ji SANAyê re dîyar kir ku destpêkirina geştên nû yên Hêlên Esmanî yên Sûrî ber bi parzemîna Ewropayê ve di çarçoveya berfirehkirina qada kar û hêsankirina tevgera rêwîtîyê de tê.
Wî di berdewamîya axaftina xwe de zelal kir ku îro geşta yekem ber bi Kopenhagenê ve li Danîmarkayê bi rê ket, lê sibe jî dê yekemîn geşt ber bi Vîyenayê ve li Awisturyayê bi rê bikeve.
El-Huserî anî ziman ku Hêlên Esmanî yên Sûrî niha sê geştên sereke yên Ewropî ku ew jî Amsterdam, Vîyena û Kopenhagen in, li xwe digirin. Wî destnîşan kir ku Hêlên Esmanî yên Sûrî bi hemahengî ligel desteyê dixebitin da ku geştên din ên herêmî û Ewropî jî li xwe zêde bikin.
Geştên Ewropî yên Çaverê
El-Huserî ragihand ku Almanya dê di paşerojeke nêzîk de bibe geşta bê û piştî wê jî dê kar li ser Fransa û welatên din bê kirin. Her wiha da zanîn ku piştî temamkirina hemû rêkarên birêvebirinê û amadekarîyên lojîstîkî ligel deshilatdar û balafirgehên têkildar, ev geşt dê yek li pey yekê werin ragihandin.










