Şam-SANA
Sendîkaya Parêzeran a Sûrîyê careke din tekez kir ku parêzerên binpêker ên ku tevlîbûna wan di bertîlê de bi her navekî – çi “dîyarî”, “hêsankirina karan”, “xelat” an “heqdestên zêde yên neyasayî” be – were piştrastkirin, dê werin cezakirin.
Sendîkayê di daxuyanîyekê de ku duh Çarşemê weşand, eşkere kir ku ev reftar ne tenê binpêkirinên pîşeyî ne, lê dibin sedema astengkirina serwerîya qanûnê û têkbirina bawerîya bi dadgerîyê.
Sendîkayê destnîşan kir ku dê tu nermî neyê nîşandan, loma biryar hat girtin ku cezakirinên herî giran li dijî binpêkaran werin sepandin (dûrxistina bi temamî ji pîşeyê). Her wiha ji bo vekirina dozên giştî li gorî Qanûna Cezayan a Sûrîyê, dê bi alîyên peywendîdar re hevkarî were kirin.