Dera-SANA
Berbenga îro Çarşemê, di encama wergerîna otombêlekê de ku umrekar ji Libnanê vedigusetin, li ser otobana Şam-Derayê û nêzî pira bajarokê Xirbet Xezalê, çar kesan jîyana xwe ji dest da û 31 kesên din jî birîndar bûn.
Rêveberê Nexweşxaneya Niştimanî ya Derayê, Dr. Nîzar Reşdan, dîyar kir ku hemû birîndar bo nexweşxaneyê hatine veguhastin, û kadroyên bijîşkî ji bo pêşkêşkirina alîkarîyên bilez û belavkirina birîndaran li ser beşan li gorî giranîya birînên wan, ketine amadebaşîyê. Wî her wiha da zanîn ku du rewşên giran bi armanca temamkirina dermankirinê bo nexweşxaneyeke Şamê hatine veguhestin.
Li cihê rûdana wê bûyerê, tîmên hawarçûnê û alîyên peywendîdar ên ku karê veguhestina kuştî û birîndaran, her weha dabînkirina ewlehîya çûnûhatina li ser otobanê, li xwe girtine, ketin rewşa amadebaşîyê, hevdem ligel temamkirina rêkarên qanûnî yên pejirandî.







