Şam-SANA
Rêveberê Îdareya Hec û Umreyê li Wezareta Ewqafê Mihemed Nûr Erec ragihand ku piranîya vîzayên hecîyên Sûrîyê ji bo demsala heca 1447an a koçî hatine derxistin. Ev yek di heman dema temamkirina peymanên xizmetên bingehîn de ye, ku xizmetên cihê manê (otel), xwarin, veguhastin û xizmetên li cihên pîroz (Meşair) li xwe digire.
Erec di daxuyanîyekê de ji SANAyê re îro Duşemê dîyar kir ku, qonaxa dersên amadekarîyê yên îdarî û şer’î dê pir nêzîk dest pê bikin. Rêwîtîya hecîyan jî dê ji roja 22yê meha Zîlqe’deyê, ku dike 9ê Gulana bê (2026), dest pê bike.
Hêjayî gotinê ye ku hecîyên Sûrîyê di demsala borî de bi hêsanî û ewlehî erkên xwe yên hecê bi cih anîn, ev jî bi saya hevahengîya bilind a di navbera Wezareta Ewqafê û alîyên peywendîdar ên Erebistana Siûdîyê de pêk hat.