Şam-SANA
Wezareta Navxwe ragihand ku Alîkarê Yekem Xesan Esaf, yê ku postê rêveberê nivîsgeha tawanbar Suheyl El-Hesen di dema rejîma têkçûyî de girtibû, hatiye girtin.
Wezaretê îro Yekşemê li ser kanala xwe ya Telegramê ragihand: Rêveberîya Têkoşîna li Dijî Terorê, bi rêya şopandineke ewlehî ya hûr, karî tawanbar Esaf bigire, û amaje pê kir ku ew yek ji kesan e ku di komkujîyên hovane de yên li dijî sivîlan li gundewarê rojavayê Helebê pêk hatine, cih girtiye.
Da zanîn jî ku wî piştî rizgarkirina welêt ji rejîma Esed, karên xwe yên têkder li dijî dewletê berdewam kirine, bi rêya çêkirina şaneyên terorîstî, belavkirina sorkirinê, û rawestana li pişt teqînên ku ewlehîya giştî û sazîyên wê kirine armanc.
Wezaretê lê zêde kir û got: Alîyên peywendîdar hemû lêpirsîn û rêkarên qanûnî yên pêwîst li dijî wî temam dikin, da ku wî radestî dadgehê bikin û cezayê xwe yê dadmend wergire.