Şam-SANA
Rêveberê Giştî yê Desteya Veberhênanê ya Sûrîyê Telal El-Hîlalî, ligel Kargera Balyozxaneya Hindistanê li Sûrîyê Renu Yadav, asoyên geşepêdana hevkarîya aborî û veberhênanê ya di navbera her du welatan de gotubêj kir.
Desteya Veberhênanê îro Pêncşemê bi rêya kenala xwe ya Telegramê, ragihand ku her du alîyan warên cihê hêvîyê yên hevkarîya aborî nirxandin, bi awayekî ku li gorî dîtinên Desteya Veberhênanê ya Sûrîyê be ku dixwaze hevkarîyê ligel şirîkên navdewletî berfireh bike, hatina veberhênanê han bide, û jîngeha veberhênanê xurt bike.
