Şam-SANA
Alîkarê Wezîrê Navxwe Lîwa Ehmed Letûf şopandina proseya ezmûnan li çend navendên ezmûnan berdewam dike. Ev yek di çarçoveya gerên wî yên meydanî yên berdewam de li parêzgehên Sûrîyê tê kirin.
Li gorî kanala Wezareta Navxwe li ser Telegramê, Lîwa Letûf di gera xwe ya îro Yekşemê de, ji nêzîk ve li hebûna atmosfereke kêrhatî ji bo xwendekaran nêrî. Her wiha amadebûna yekîneyên polîsan ji bo pêşkêşkirina her cure piştgirî û hêsankarîyan û çareserkirina her astengîyekêe ku bandorê li ser birêveçûna ezmûnan bike, piştrast kir.



