Şam-SANA
Wezareta Derve û Koçberan a Sûrîyê êrîşa Îranê ya ku avahîyeke niştecihbûnê li bajarê El-Xerc li Erebistana Siûdî kir armanc, û bû sedema mirina du sivîlan û birîndarbûna hinekên din, şermezar kir.
Wezaretê di daxuyanîyekê de ku îro Duşemê berbanga sibê hate weşandin, “redkirina qet’î ya her kiryareke êrîşkar a ku sivîlan û kombûnên niştecihbûnê dike armanc” anî ziman, û banga pêwîstîya rêzgirtina li yasa û pîvanên navdewletî di parastina sivîlan de kir.
Her wiha Wezareta Derve û Koçberan di daxuyanîya xwe de piştrast kir ku Komara Sûrîyê di vê bûyera xemgîn de piştgira Erebistana Siûdî ya bira ye.