Şam – SANA
Hêzên Ewlehîya Hundirîn ragihand ku wan hinek kesên xwestî girtine ku destê wan di armancgirtina xalên ewlehî û leşkerî de hebû, û her wiha dest danîne ser çek û cebilxaneyên ku hatibûn veşartin.
Wezareta Navxwe her du bira, Sexir û Heydere Mehla girtin, û li cem wan çek û kargeheke çêkirina bombeyan dîtin. Lêkolînan piştrast kir ku destê wan di êrîşên ser xalên leşkerî, birêvebirina komeke çeteyan a revandin û şantajkirina sivîlan, û her wiha bazirganîya maddeyên hişber û çekan de heye.
Wezareta Navxwe hewldanên xwe ji bo xurtkirina aramîyê zêde dike, bi rêya çalakkirina dewrîyan û şopandina komên çeteyan ên dizîyê û rêbirran, ligel pêşxistina rêbazên lêkolînê û hevkarîya hevbeş di navbera yekîneyên polîsan de.



