Şam-SANA
Wezareta Geşepêdana Kargerî, bi hevahengîya ligel Parêzgeha Şamê, peydabûna çend derfetên kar li parêzgehê di bin du navan de ragihand; ajokarê wesayîtên giran (paqijî) û karkerê paqijîyê, bi mûçeyên berketî û tevî îmtîyaz û tezmînatên zêde.
Wezaretê îro Çarşemê li ser kanala xwe ya Telegramê dîyar kir ku ev derfetên kar tezmînatên taybet û dabînkirina veguhastinê ji bo xebatkarên nobetdar li xwe digirin, her wiha cilûbergên taybet û pêdivîyên parastinê ji bo karkerên paqijîyê peyda dikin.
Wezaretê destnîşan jî kir ku peymana kar dê bi rêya girêbestên salane yên nûbûyî be, li gorî nirxandina dewrî ya performansê.
Wezaretê zelal kir ku serlêdan bi awayekî elektronîk bi rêya lînka dîyarkirî tê kirin.
Her wiha ew daxwazkerê ku di temamkirina rêkarên serlêdanê de rûbirûyî zehmetîyan dibin, dikarin di demên karê fermî de serdana yek ji navendên pejirandî yên Xizmeta Welatîyan ên ser bi Parêzgeha Şamê ve bikin, ligel birina belgeya nasnameyê ji bo wergirtina alîkarîya pêwîst.
Wezaretê bang li kesên daxwazker kir ku hûrgilîyên derfetên kar, şert û mercên wan û navendên pejirandî yên Xizmeta Welatîyan bi rêya lînkê bibînin.