Şam – SANA
Wezareta Rewşên Awarte hişyarî da li ser lûtkeya nizmefișara keşûhewayê ya sêyem ku dê ji şeva Pêncşemê heta berbangê roja Înê dest pê bike, û pêşbînîya baranên dijwar û mercên hewayê yên ne aram kir.
Daireya Hişyarîyê hişyarî da li ser nizmefișareke ku baranên birûskî û berfê bi xwe re tîne, ligel bayên tund ên ku leza wan ji 80 km/saetê derbas dibe. Baranên herî zêde dê li Hesekê, Dêrazor û Reqayê bibarin, ligel alozîyeke deryayî û bayên bihêz ku pirranîya parêzgehan li xwe digirin.
Daireya Hişyarîya Zû bang li welatîyan kir ku pabendî komek rênimayên parastinê bin, ku yên herî girîng ev in:
- Dûrketin ji çûnûhatina deryayê, çi bo geştê, masîgirtinê an veguhestinê be.
- Girtina tevdîrên pêwîst ji bo malên nêzîkî çeman ji ber tirsa bilindbûna asta avê.
- Dûrketin ji avrêjên gelîyan û deverên nizm.
- Hewlnedana derbaskirina her avrêjekê, her çend kêm xuya bike jî.
- Dûrketin ji meşîn an ajotina li ser rêyên ku avê girtine.
- Dûrketin ji çûnûhatina li ser rêyên çandinîyê.
- Nêzîknebûna ji cihên sêlavê, ligel parastina zarok, kal û pîr û kêmendaman.
- Ji bo wênekêşandinê an temaşekirina sêlavan jîyana xwe nexin metirsîyê.
- Dûrketin ji pirên ser avê dema herikîn tund be û bi wesayîtan derbas nebin.
- Otomobîlan li deverên nizm an nêzîkî avrêjên avê ranegirin.
- Bikarneanîna mobîl di dema birûskan de.
- Nesekinîna li bin dar an bircên elektrîkê di dema bahozê de.
- Kêmkirina leza ajotinê li ser rêyên ku barana dijwar lê dibare.
- Nesekinîna li cihên bilind an vekirî, nexasme dema ba bi hêz be.
- Mukimkirina kon û tiştên ku ba dikare bifirîne, û dûrketin ji avahî û dîwarên șeqitî.
Daireyê tekezî li ser şopandina rênimayên silametîyê û nûçeyên keşûhewayê kir, piştî ku welat ket bin bandora nizmefișareke ku bûye sedema sêlav, şemitîn û rûxanên parçe parçe ji ber baranên dijwar.