Şam – SANA
Di nava 24 saetên borî de li gelek parêzgehên Sûrîyê, baran bi astên cuda barîya; barîna herî pir li Meydana Hicazê ya Şamê ku bi 28.5 mm hat tomarkirin.
Baran li Şam û gundewarê wê, wekî Mezze, Qasîyûn û Balafirgeha Şamê, bi qebareyên cuda bû. Her wiha li Siwêdayê gelek baran barîya ku li Selxedê gihîşt 26 mm, ligel barîneke baş a baranê li parêzgehên Dera, Quneytira, Hims û Hamayê.
Li gorî Wezareta Rewşên Awarte û Rêveberîya Karesatan, ev rewş wê heta êvara Înê berdewam bike, û tê pêşbînîkirin ku barana bi astên navîn û zêde ligel birûsk û bahozan li hin deveran bibare.