Şam – SANA
Mazin Elûş ragihand ku dema mayîna demkî ya otomobîlên Sûrî yên bi lewheya Libnanî, li şûna du hefteyan, ji bo carekê û bi awayekî bêberamber heta 3 mehan hatiye dirêjkirin. Ev biryar wek bersivekê ji bo rewşa mirovî û ji bo hêsankirina karên kesên ji Libnanê vedigerin hatiye girtin.
Elûş dîyar kir ku biryara dirêjkirina dema mayîna otomobîlan hemû kesên ku di meha Adarê de ji Libnanê derbas bûne li xwe digire. Wî tekez kir ku Desteya Gumrikan pabend e bi pêşkêşkirina hêsankarîyan, da ku vegera Sûrîyan bi rûmet û aram be û barê lojîstîkî li ser wan kêm bibe.
Êrîşên Îsraîlê yên berdewam ên li ser Libnanê bûn sedem ku gelek malbatên Sûrî bi daxwaza xwe vegerin welatê xwe.