Dera – SANA
Tirs û fikarên şênîyên devera Hewza Yermûkê li gundewarê rojavayê Derayê zêde dibin, ji ber êrîşên dubare yên Îsraîlê, yên di rêya topbarana topxaneyan, gulebaranê û derbasbûna rojane bo nav gundên Abidîn, Me’rîye, û Cimleyê yên Sûrîyê.
Ev kiryar bûn sedema koçberbûna hin şênîyan piştî ku gund di êrîşên dawî de bi firoke û topxaneyan hat armanckirin. Her wiha, dagirkerîyê qedexeyên dijwar ferz kirin û nehişt ku cotkar û xwedîyên sewalan bigihêjin zevî û çavkanîyên debara jîyana xwe, ligel girtina ser malan, lêpirsîna rêwîyan û girtina hejmarek ji welatîyan.
Li hember vê yekê, şênîyan ji bo astengkirina van kiryaran rê bi keviran girtin û tekez kirin ku ew bi xaka xwe ve girêdayî ne.