Şam – SANA
Pileya germahîyê hêdî hêdî bilind dibe, lê dîsa jî ji rêjeya xwe bi qasî 1-3 pileyan kêmtir dimîne.
Navenda Neteweyî ya Keşnasîyê pêşbîn dike ku keşûhewa roja Duşemê havînî û hênik be, bi giştî di navbera sayî û nîv-ewrî de be, ligel derfeteke qels a barîna baraneke herêmî û sivik li hindek şûnan li herêmên Peravê, Bakurê Rojava, û Navîn, lê li herêmên Rojhilat, Cizîr û Badîyê dê tozdar be.
Bi şevê, keşûhewa bi giştî xweş e û li herêmên çîyayî ber bi sermê ve diçe, ligel rêjeya şilîyeke bilind li herêmên Rojava û Başûr danê sibehê. Her wiha hişyarî ji çêbûna mijeke sivik li hindek şûnan ji herêma Navîn, Başûr û herêmên çîyayî yên Peravê tê dayîn.
Tevgera ba li herêmên Rojava û Başûr, dê ji rojava ber bi başûrê rojavayî ve be, li herêmên din ji rojava ber bi bakurê rojavayî ve be û xurtbûna wî dê di navbera sivik û navîn de be, ligel bahozên xurt li herêmên Navîn, Rojhilat û hindek şûnan ji herêma Başûrê Rojava ku leza wan 50 km/saetê de derbas dike, û li hin herêmên hundirîn toz û tirabêlkê radike. Bilindbûna pêlên deryayê dê sivik be.
Pileyên germahîyê yên herî kêm û zêde li parêzgehên Sûrîyê:
| Şam | 20/33 |
| Gundewarê Şamê – Qelemûn | 12/26 |
| Quneytira | 17/29 |
| Dera | 21/33 |
| Siwêda | 15/28 |
| Hims | 19/32 |
| Hema | 19/33 |
| Laziqîyê | 25/30 |
| Tertûs | 22/30 |
| Heleb | 20/34 |
| Îdlib | 19/30 |
| Dêrezor | 26/38 |
| Reqa | 25/35 |
| Hesekê | 26/37 |