Şam – SANA
Encumena Bilind a Îftayê fetwa da ku eger nimêja Cejnê û ya Înê bikevin heman rojê, divê her du bi hev re di demên xwe de werin kirin; ev yek jî li gorî delîlên şer’î.
Encumena Îftayê destûr da kesên ku nimêja Cejnê kirine ku dikarin nimêja Înê nekin (û tenê nimêja nîvro bikin), ev jî li gorî hinek nêrînên fiqhî ji bo hêsankirina zehmetîyê ye. Lê belê encumenê tekez kir ku ya herî baş girtina nêrîna piranîya zanayan û kirina her du nimêjan e, û bal kişand ser xetîban ku divê nimêja Înê wekî şe’îreke dîyar pêk bînin û neyê betalkirin.
Lijneya Niştimanî ya Çavdêrîkirina Heyvê bang li welatîyên Sûrîyê kir ku êvara îro Pêncşemê (19ê Adara 2026an) li benda dîtina heyva meha Şewalê ya sala 1447an a Koçî bin.