Şam-SANA
Wezîrê Geşepêdana Îdarî Mihemed Hesen El-Sikaf tekez kir ku girtina tawanbar Emced Yûsif û radestkirina wî ji bo dadwerîyê, piştrast dike ku dewleta Sûrîyê di hesabpirsîna ji her kesê ku destê wî di tawanên li dijî Sûrîyan de heye, û di vegerandina mafan û çespandina dadwerîyê de berdewam e.
El-Sikaf di daxuyanîyekê de li ser platforma “X”ê got: “Em îro bi nûçeyeke dilxweşker di rêya dadwerîyê de şîyar bûn, ligel berdewamîya hesabpirsîna ji her kesê ku destê wî di tawanên li dijî Sûrîyan de hebû, ku ya herî dawî birina kesê bi navê Emced Yûsif ber bi dadwerîyê ve bû.”
Wezîr spasîya hewldanên qehremanên Wezareta Navxwe kir, ku aramîyê vedigerînin bo xelkê, û tekez kir ku ew Sûrîya ku tê avakirin li ser bingeha wekhevî û parastina rûmetê ye, û girtina rûpelên êşê bi heqdayîn tê kirin, ne bi jibîrkirinê.